Di demekê de ku hevdîtinên dîplomatîk derbarê merhaleya duyemîn a peymana agirbestê li Xezzeyê de berdewam dikin, di êrîşên rejîma sîyonîst de du Filistînî şehîd bûn û 21 kes, di nav wan de zarok jî hebûn, birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên herêmî, di êrîşa bêmirov a li ser taxa Es-Sabra ya li başûrê bajarê Xezzeyê de Filistîniyekî canê xwe ji dest da.

Di êrîşeke li ser kolana Selaheddîn a li bakur-rojhilatê Dêr Belehê de, Muhammed Ebd El Nasir El Xetîb ê 38 salî canê xwe ji dest da.

Mersin'den Filistin Konvoyuna destek
Mersin'den Filistin Konvoyuna destek
İçeriği Görüntüle

Li gorî agahiyan, di êrîşan de herî kêm 21 kes ku di nav wan de zarok jî hene birîndar bûn. (ÎLKHA)
https://ilkha.com/kurdi/cihan/li-xezzeyê-di-bin-sîya-agirbestê-de-êrîs-têne-kirin-2-sehîd-21-birîndar-551874

Muhabir: Editör Gümüş