Merasîma cenazeyê Rêberê Mezin ê Şoreşa Îslamî ya Îranê, Şehîd Ayetullah Elî Xameneî, li Îraqê ji aliyê bi mîlyonan peyrewên wî ve hat pêşwazîkirin.

Li Îraqê merasîmên cenazeyê Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî ya Îranê, Ayetullah Elî Xameneî, ku di êrîşeke hewayî ya hevbeş a îşxala Emrîkayê de hat kuştin, tên lidarxistin. Piştî merasîmên girseyî yên bîranînê li Tehran û Qumê, cenazeyê Xameneî anîn Necefê. Li Balafirgeha Navneteweyî ya Necefê ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û rayedarên din ên payebilind ve hat pêşwazîkirin. Êvarê ji bo Xameneî merasîmeke fermî tê lidarxistin.

Şehîd Sacîd Pîşgîn di 3yemîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe hate bîranîn
Şehîd Sacîd Pîşgîn di 3yemîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe hate bîranîn
İçeriği Görüntüle

Bernameyên bîranînê, ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan jî beşdar bû, ew ê sibê li Kerbelayê berdewam bikin. Piştî merasîman, cenaze ew ê ji Îranê re were şandin û di 9ê Tîrmehê de li Tirbeya Îmam Riza ya li Meşhedê were veşartin. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör Gümüş