Li navçeya Nurdagi ya Entabê, di qezayekê de ku mînîbusek rêwiyan li wesayîtekê qelibî, raporên destpêkê nîşan didin ku 7 kesan canê xwe ji dest dane û 13 kes jî birîndar bûne.
Qeza li nêzî taxa Acaroba, deverek gundewarî ya navçeya Nurdagî, li ser rêya Entab-Kinikanê qewimî.
Di qezaya ku mînîbuseke rêwiyan li wesayîtekê qelibî de, raporên destpêkê nîşan didin ku 7 kesan canê xwe ji dest dane û 13 kes jî birîndar bûne.
Gelek ekîbên îtfaîyeyê, polês, cenderme, AFAD, ekîbên tenduristiyê û Ekîba UMKE sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
i navçeya Nurdağı ya Entabê, di qezayek trafîkê de ku mînîbusek rêwiyan li wesayîtekê qelibî, 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.
Qeza li nêzî taxa Acaroba, li ser rêya Entab-Nurdağı, di devereke gundewarî de qewimî. Li gorî raporên destpêkê, piştî ku mînîbusa rêwiyan li wesayîtekê qelibî, 7 kes mirin û 13 kes birîndar bûn.
Piştî agahiyên li ser qezayê, gelek ekîbên îtfaîyeyê, polês, cenderme, AFAD, ekîbên tenduristiyê û UMKE hatin şandin cihê bûyerê. Birîndar ji cihê qezayê rakirin û ji bo tedawiyê hatin nexweşxaneyan veguhestin.
Derbarê sedema qezayê de lêkolîn û tehqîqat hat destpêkirin.
Çavkanî: ÎLKHA




