Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 71 şehîd û 251 birîndar hatin gihandin.

Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 10 hezar û 717 kes şehîd bûn, 45 hezar û 324 kes jî birîndar bûn.

Di nav 24 seatên dawîn de jî ji ber birçîbûnî û kêmxwarinê 2 kes şehîd bûne û bi tevî vêya li Xezzeyê tev de 273 kes ji birçîna û kêmxwarinê şehîd bûne, ji wan 112 kes zarok in.

Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.

Cumhurbaşkanlığına Cevdet Yılmaz vekalet edecek
Cumhurbaşkanlığına Cevdet Yılmaz vekalet edecek
İçeriği Görüntüle

Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.

Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör Gümüş