Biratî divê bi rastî be heger na dibe xayintî
Biratî divê ji dilbe heger na dibe leq leqî
Biratî dive xûypakî be heger na dibe berjewendî
Biratî divê bi heskirin be heger na dibe dijminî
Di demeke nezîk de bi vi avahî yek ji bo erka xwe ya hecê bi cih bîne berê xwe dide kabe û
diçe mala xwedê.
Wî mirovê momîn digo qey ev mislimanê li dora kabê ne bi giştî wekî min e tobekirine û
berê xwe dane xwedê. Dev ji kemasiyê mislimana berdane û li kêmasiya xwe hayilbûne
û ji bo tobên xwe nuh bikin li dora kabê tevaf dikin.
Meleyê beyta Şerif azan dide û bi azanê re misliman milên xwe didin hev û dikin dest bi limêje bikin.cihê yekitî û biratiya Îslamê… ew kurd û yekî ereb li ba hev ê ereb ji kurd bi zimanê erebî dipirse,
Ey bira tu ji kuderê ye? Ê kurd bibêjim tirkiye ewê bivê je eviya tirke
Wî jî gote ene kurd ene fî kurdîstan Dema wî ereba ew bêjeya kurdistan bihîst,
di cih de tilya xwe a şehadetê rakir û got;‘wahid wahid ittîhad wel uxuwet,
la îlahe îllellah’ ango;yekîti û biratî, ji bilî Xweda tu îlah tune.
Min ji xwe re got, wî kurdîtiya min bi “la îlahe îllellah veşart.
Biratî ne bi vî awayî bi xwedaî bi ayetên xweda
“Gelî mirovan! Beguman me hûn ji mêrekî û ji jinekê aferandine. Û me hûn kirine millet millet, êl êl da ku hûn hev nas bikin. Çêtîrînê we ê li cem Xweda bêguman mutteqîtirînê we ne. Bêguman Xweda, her tiştî Zana ye û ji hertiştî Agahdar e. Eger ew tobe bikin û nimêjê pêk bînin û zekatê bidin birayên we yên olî ne, jibo qewmê zana re weha kifş dibejin (Tewbe/11)
Ger min bigota; Ez Tirk an Ereb im, gelo wî erebî dê dîsa helwesteke wiha nîşan bida!
Lê ev ayetna weka her qewmî, kurdîtiya min ji bo naskirina min e ne ji bo mirov bi giştî ereb yan jî tirk bin .
“Bihevre xwe zexm bi benê (ola) Xweda bigrin. Ji hev cuda nebin. Nîmetên Xwedê ya li ser we bînin bîra xwe, te dît hûn dijminê hev bûn, Xweda dilên we bi Îslamê kir hogir û anî ba hev. Hûn bi nimetên Wî ji hevre bûn bira. Hûn li ser lêva çala agir bûn, Xweda hûn ji wê xilas kirin. A Xweda ayetên xwe ji we re wiha beyan dike da ku hûn werin ser rêya rast. (Ali Imran/103)” “Bawermend tenê bira ne. Naxwe nava birayên xwe çekin û ji Xweda bitirsin da ku rehmet li we bê kirin. (Hucurat/10)”
0 yorum